Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çendîn sal girtîgeh bi ser hunermendekî xelkê bajarê Pîranşehrê de hate sepandin

10:34 - 6 Îlon 2023

“Teha Resûliyan”, hunermend û çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Pîranşehrê ji aliyê dadgeha rejîmê ve sizayê 7 sal û 10 meh girtîgeh û herwisa lêdana 75 qamçî bi ser de hate sepandin. Navbirî di dosyeyek dinê de ku pêwendîdar e bi serhildana Jin Jiyan Azadî, bi 3 meh girtîgehê hate sizadan

Pêka rapora Hengawê, “Teha Resûliyan”, hunermend û çalakvanê medenî yê xelkê bajarê Pîranşehrê, di heyamên borî de ji aliyê Taya 1 a Dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Mihabadê bi serokatiya binav dadwer “Ocaqlû”, bi tohmeta “endamê yek ji hizbên Kurdî yên dijberê rejîma Îranê û hewla têkdana asayişa nîştimanî”, 7 sal û 10 meh girtîgeh bi ser de hate sepandin.

Hevdem ev hunermendê naskirî yê xelkê bajarê Pîranşehrê, sizayê lêdana 75 derbeyên qamçî û dana 10 milyon Tumen bi ser de hatiye sepandin.

Herwisa Teha Resûliyan, li meha Banemera 1402an, di dosyeyek dinê de bi tohmeta “têkdana aramî û asayişa nîştimanî”, ji aliyê Taya 102 a Dadgeha Tawanan a rejîmê li Pîranşehrê, sizayê 3 meh girtîgeh û lêdana 40 derbeyên qamçî bi ser de hatibû sepandin.

Ew welatiyê Kurd roja Çarşemî 28ê Befranbara 1401an, bi bê ti belgeyek yasayî li bajarê Pîranşehrê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû girtin û paşê bo girtîgeha rejîmê li Nexedê hatibû veguhastin. Piştre li 2ê Reşemeya heman salê bi danîna barimteyek giran heta dema dawîhatina qonaxên dadgehê, hatibû berdan.