Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kombûnên nerizayetiya malnişînkiriyan li 11 parêzgehan li seranserê Îranê bi rê ve çû

10:43 - 6 Îlon 2023

Kombûnên nerizayetiya malnişînkiriyan her wek hemû rojên Sêşemiyê, di 11 parêzgehan de li seranserê Îranê bi rê ve çû.

Roja Sêşemî 14ê Xermananê, hejmarek ji mamostayên malnişînkirî û herwiha malnişînkiriyên din ên li seranserê Îranê, careke din û pêka Sêşemiyên nerizayetiyê, bo nîşandana nerizayetiya xwe li derheq rewşa xirab a jiyanê û cîbicînebûna daxwaziyên wan, li hember avahiya Sindoqa Malnişînkiriyan li navenda 11 parêzgehan kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.

Malnişînkirî û mûçexwarên wek mamosteyan li bajarên “Sine, Kirmaşan, Hemadan, Tehran, Kerec, Reşt, Qezwîn, Yezd û Ehwaz”ê kombûnên nerizayetiyê lidar xistin.

Malnişînkiriyên nerazî di wan kombûnan de dirûşmên wek “malnişînkirî rabe ser pêyan li dijî sitem û cudatîdanînan”, “wekhevî mafê me yê rewa ye”, “malnişînkirî hişyar e ji cudatîdanînan bêzar e” û dehan dirûşmên dinê dan.

Herwisa di wan kombûnên nerizayetiyê de, malnişînkiriyan bi dirûşma “mamosteyê binçavkirî divê bê azadkirin” daxwaza azadkirina lezgîn a mamosteyên binçavkirî ji aliyê rejîma Îranê ve kirin.

Hêjayê gotinê ye ku malnişînkiriyên nerazî li devedevê salvegera şoreşa “Jîna”yê, bi dirûşma “jana me jana we ye, gel tevlî me bin” daxwaza tevlîbûna xelkê bi kombûnên xwe kirin.

Malnişînkiriyan careke din tekezî kirine ku heta gihîştin bi daxwaziyên xwe û pêregihîştin bi rewşa xirab a jiyana wan, kombûnên xwe yên nerizayetiyê dê berdewam bikin.