Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çarenivîsa bavê Mihemed Mêhdî Keremî, Maşala Keremî piştî 15 rojan hê jî nerohn e.

10:55 - 6 Îlon 2023

Maşala Keremî bavê şehîd Mihemed Mêhdî Keremî yek ji şehîdên şoreşa Jin Jiyan Azadî piştî 15 roj girtinê hê jî çarenivîsa wî nerohn e û hêzên rejîmê gef ji malbata navibirî xwerine ku bi ti awayekî ti zanyariyekê di vê derheqê de belav nekin.

Li gorî rapora “Kurdpa”yê, Maşala Keremî di cihekê nediyar dehatiye ragirtin û heya niha bo girtîgeh û benda giştî nehatiye veguhastin da ku nekare dengê xwe bigihîne derveyê girtîgehê; Herwisa navendên ewlehî gef ji hemû endamên malbata Keremî xiwarine ku li egera dana her cure zanyariyekê di vê derheqê de dê bêne girtin.

Roja Sêşemî 31ê Gelawêja 1402 a Rojî, hêzên ewlehî êrîşê ser mala Maşala Keremî kirine û leptop û telefona navbirî û hemû endamên malbata wî di gelxwe birin û navbirî jî girtin.

Mihemed Mêhdî Keremî, welatiyê temen 22 salî û xelkê Bîcarê, li meşa şoreşa Jînayê li Xezelwera 1401 a Rojî hatibû girtin û piştre bi tohmeta kuştina besîcekê yê bi navê Ruhilah Ecemiyan, bi “ifsad fî erzê û têkdana aramî û asayşa welat” hatibû tometbarkirin, û roja 17ê Befranbara 1401 a Rojî, cezayê bidarvekirina wî bi bê agehdariya malbata wî ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû cîbicîkirin.