Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bikirêgirtiyek Spaha Pasdaran a terorîst li Sûriyê hate kuştin

09:45 - 6 Îlon 2023

Bikirêgirtiyekî rejîmê yê bi navê “Yehya Rostemî”, xelkê parêzgeha Tehranê li Sûriyê hate kuştin.

Li gorî nûçeya nûçegehaniyên rejîmê, endamekî Spaha Pasdaran a terorîst yê bi navê Yehya Rostemî, xelkê Beharistana parêzgeha Tehranê, li Sûriyê li encama bombebarana balafirên şerker yên Îsraîlê di vî welatî de hate kuştin.

Li gorî lêdwanên berpirsên rejîmê, ew bikirêgirtiyê rejîmê ku bi navê berevanî ji ziyareta Şîeyan li Sûriyê li xizmeta pîlanên Komara Îslamiya Îranê de bû, li encama bombebarana balafirên şerker yên Îsraîlê hate kuştin.

Hêjayê gotinê ye ku ji sala 2011 şûd de, Komara Îslamî ya Îranê bi dahata xelkê Îranê bikirêgirtiyên Spaha Quds şandine Sûriyê û beşdariyeke çalakane di kuştina xelkê vî welatî de hebûne. Îsraîl jî berdewam wan dike armanc û tenê di meha Tebexa îsal de 11 milîsên ser bi rejîma Îranê li Sûriyê hatine kuştin.