Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Encumena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê bo piştevanîkirin li “Silêman Ebdî” daxuyaniyek belav kirin

11:54 - 6 Îlon 2023

Encumena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê “Seqiz û Zêwiye, Dîwandere, Merîwan û Sewlava, Sine û Kelaterzan”ê li derheq sepandina cezayê bi ser “Silêman Ebdî” de hatî sepandin, daxuyaniyek belav kirin.
D beşeke daxuyaniya Encumena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê de hatiye: “Di halekê de ku em devedevê demsala nû ya xwendinê dibin, nûçeyên dilgiran ji reftarên nemirovane û serweyî yasayan digel mamsoteyên zanîngeh û maosteyên xwendingehan, keşa hizrîna civakê bi tundî, aloz û nigeran kiriye. Galtekirin bi yasa û mafê welatiyan ji aliyê berpirs û birêveberên yasayan ve, bûye rewşeke asayî û bi samtir ji vê yekê ev e ku ew çavnihêr dikin ku civak li hember wan bêdeng bimîne û wê qebûl bike.
Di berdewamiya daxuyaniyê de hatiye, bi salan e ku hikûmet xala 30 ya destûra bingehîn, yasaya birêvebirina karûbarên medenî, yasaya Wwekhevkirina mafên malnişînkiriyan, benda 26 û 27 ên destûra bingehîn û bi dehan haletln din binpê kiriye û ji bilî xweparastin ji dana mafê welatiyan, bi awayên herî hovane, her kesek ku pêkanîna yasa û dadperweriyê bixwaze, tepeser dike.
Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê, banghêjkirin, binçavkirin, girtin, standina pile, qutkirina mûçe, dûrxistin û derxistina bi 100an mamosteyên xwazyarê dadperweriyê ku di wan mehên borî de tundtir bûye, bi beşek ji reftarên neyasayî digel mamosteyan daye zanîn.
Encumena Sendîkaya Mamosteyên Kurdistanê ji çalakiyên sendîkayî û mafxwazane û pêka yasayî yên “Silêman Ebdî” piştevanî kir û daxwaz ji dazgeha dad a rejîmê kir ku cezayên sepandî ji aliyê dadgeha Şoreş a rejîmê û taya 105 a dadgeha keyferiya rejîmê li bajarê Seqizê red bike û bo hilweşandina cezayên sepandî, pêngavan biavêje.