Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navendên ewlehî yên rejîma Îranê givaşên tund xistine ser girtiyê siyasî yê Kurd Luqman Qadirî

12:23 - 6 Îlon 2023

Girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha rejîmê li bajarê Nexedê, “Luqman Qadirî”, di bin givaşên tund ên navendên ewlehî yên rejîmê de ye û ev yeka malbata navbirî gelek nigeran kiriye.

Pêpka rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê, “Luqman Qadirî”, girtiyê siyasî yê Kurd li girtîgeha rejîmê li bajarê Nexedê, di bin givaşên tund ên navendên ewlehî yên rejîmê de ye û ji aliyê Iîtilaata rejîmê li bajarê Urmiyê çendîn caran gefa kuştin û bêserûçûnkirin li Luqman Qadirî hatiye xwarin û çendîn caran jî rastî birêveçûna gullebaranên sexteyî hatiye.

Ev yeka nigeraniya malbata “Luqman” li pey xwe aniye û tevî ku hewleke zêde bo danîna barimte û azadkirina navbirî dane, lê ji aliyê dadsera û dadsitaniya rejîmê li bajarê Pîranşarê, bersiv bi wan re nehatiye dan.

Kurdpayê ragihandiye, ku Luqman Qadirî, ku 8 meh û nîv e di bin îşkence û lêpirsînan de bûye, ji girtîgeha îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Urmiyê, bo girtîgeha rejîmê li bajarê Nexedê hatiye veguhastin; Herwisa hatiye zanîn ku di heyama çend heftiyên derbasbûyî de bo ciheke nexuya hatiye veguhastin û bi tundî hatiye kutan û gefa kuştin û bêserûşûnkirinê li wî hatiye xwarin û cendîn caran jî bi awayekî sexte hatiye gullebarankirin.

Vî girtiyê siyasî di nameyekê de daxwaz ji rêkxirawên mafê mirovî kiriye ku bo bersivdana navendên ewlehî û dadweriyê, li pey rewşa girtiyan bikevin.

Hêzên rejîma Îranê li 29ê Rezbera 1400 a Rojî, bi bê belgeyên yasayî, ev welatiyê Kurd di rêya Pîranşar-Peswê de binçav kirin û piştre tohmeta “endametî li yek ji hizbên Kurddî yên opozîsiyona rejîma Îranê de” bi ser navbirî de sepandin û cezayê 2 sal 7 meh û 16 roj girtîgeh li dijî navbirî sepandin.