Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Îranê ti cihek li sîstema mafê mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî de nîne

11:21 - 2 Îlon 2023

Amerîkayê gotiye ku rejîma Îranê bi sedema pêşîneya xwe ya bi hov û tirsinak li binpêkirina eşkere û berçav a mafê mirovî, ti cih û pêgehek di sîstema mafê mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî de nînin.

Nûnera hertimî ya Amerîka li Şêwreya Mafê Mirovî ya Saziya Netewên Yekgirtî “Mîşêl Teylor” bi hilkefta salvegera şoreşa seranserî li Îranê, li ser hesaba xwe ya tora civakiya “X” Twîtera berê nivîsiye: “Îran bi pêşîneya xwe ya hov û tirsinak, ti cih û pêgehek li sîstema birêveberî ya ekosîstema mafê mirovî ya Saziya Netewên Yekgritî de nîne”.

Herwisa navbirî nivîsiye, ku rejîma Îran û berpirsên vê rejîmê bi karnameya binpêkirina eşkere ya mafê mirovî û bênirkirina xalên carnameya cîhanî ya mafê mirovî, berbijêrek neguncaw in bo her berpirsayetiyek fermî li Saziya Netewên Yekgirtî.”

Herwisa “Mîşêl Teylor”ê bi tekezî gotiye: “Nabe kiryarek wiha bibe pêşîneya şaş a Şêwreya Mafê Mirovî, rapora raportêrê taybet ê Saziya Netewên Yekgirtî “Cawîd Rehman” dide xuya ku rejîma Îranê bi awayekî tundûtîj û eşkere mafê mirov binpê dike û cudatîdanîn li derheq jinan û bidarvekirina neraziyan û serkuta azadiya gotin, beşek ji wan cinayetên rejîma Îranê li dijî mafê mirovî e”.