Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

2 kes ji hêzên serkutker ên Hêza Întizamiya rejîma Îranê hatine kuştin

11:42 - 7 Îlon 2023

Li bajarê “Teftan”ê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, 2 kes ji hêzên serkutker ên întizamiya rejîma Îranê ji aliyê çekdarên nenaskirî ve hatine kuştin.

Pêka raporên belavbûyî, roja Çarşemî 15ê Xermananê, 2 kes ji hêzên serkutker ên întizamî ji aliyê çekdarên nenaskirî ve li bajarê Teftanê hatine kuştin û ragihandinên ser bi rejîma Îranê ên wek nûçegihaniya Quds, belav kiriye ku Serwan “Mihemed Mîrşikar” ê serokê Îdareya Piştevanî û serbazek ê bi navê “Riza Fesenqurî” hatine kuştin.

Pêka raporên belavbûyî li torên civakî li bajarê Teftanê, niha rewşa wî bajarî awarteye û hêzên ewlehî û leşkerî heta îzna girtina vîdyo û wêneyan jî nadine xelkê.