Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bilindbûna nirxa pênûs û alavên hewce bo dersxwana bûye pirsgirêkeke micid

11:47 - 7 Îlon 2023

Pêka amarên belavbûyî li Îranê, her kesek li Îranê bixwaze bi tenê bo zarokek xwe pênûs, defter û alavên din ên hewce bo dersxwanan dabîn bike, nêzî 2 milyon û 800 hezar Tumen hewce ye.

Pêka raporên belavbûyî li rojnameyên ser bi rejîmê ên wek “Ê`itimad” û “Teadol”, kirîn û dabînkirina hewcehiyên dersxwanan pirsgirêkek micid a piraniya xelkê Îranê ye. Piraniya xelkê hejar nikarin wan hewcehiyan bo zarokên xwe dabîn bikin ku vê yekê jî paşhatên giran ên wek destberdan ji xwendin û pirsgirêkên micid ên din bo dersxwan û malbatên wan li pey xwe tîne.

Pêka rapora rojnameya Teadol” a ser bi rejîma Îranê, eger kedkarek bixwaze bi tenê bo zarokek xwe pênûs û hewcehiyên din ên xwendinê dabîn bike, hewcehî bi 2 milyon û 800 hezar Tumenî heye ku ew rêjeye, nêzî %35 a heqdesta wî ya mehekê ye.

Herwisa rojnameya “Ê`itimad” a ser bi rejîmê bi belavkirina raporekê nirxa hewcehiyan bo dersxwanan belav kirye û pêka vê raporê nirxa kinc  milyonek, kîf û cihên pênûsan 800 hezar, 5 defterên 80 rûpelî yên asayî 185 hezar, 3 defterên 80 rûpelî yên fantezî 250 hezar Tumen, pênûs û xetkêş û paqijker 200 hezar Tumen, reng û defterên nigarkêşî û çartî, 285 hezar û rûkirina pirtûk û defteran û çespa wan bi 80 hezar Tumnenî ye.

Piraniya xelkê Îranê hejar in an li nêzî hêla hejariya tevav de dijîn û piraniay hewcehiyên destpêkî yên jiyana xwe jî nikarin dabîn bikin, li vê rewşê de dabînkirina hewcehiyên dersxwendinê bo malbatên ku çend zarokên dersxwan hene, pirsgirêkeke gelek micid e û hewcehî bi, dirafek zêde heye ku pirana xelkê nikarin bi wan nirxên bilind, hewcehiyên zarokên xwe yên dersxwan dabîn bikin.