Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di encama gulereşandina hêzên rejîmê kolberekî Kurd li bajarê Bane cane xwe ji dest da

11:48 - 7 Îlon 2023

Roja Çarşemî rêkevta 15ê …. , Kolberekî Kurd yê bi nave Hemîd Ferecpûr, kurê Rehman û xelkê gundê Ziyaret Sêfalî, yê ser bi bajarê Seqizê ku bi sedema qulereşandina hêzên rejîmê birîndar bibû, li nexweşxaneya bajarê Bane canê xwe ji dest da.

Li gorî çavkaniyek agehdar a Kurdpa yê, ew kolberê Kurd roja Sêşemî 14… bi teqeya hêzên rejîmê li ser sînorê Hengejalleya bajarê Bane bi dijwarî birîndar bibû, û bo tedaviya pizîşkî bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî li bajarê Bane hatibû Veguhastin.

Ew kolberê 38 salî xîzandare û xwediyê 3 zarokane.