Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bi tenê 1 li ser 5 a bênzîna Îranê standard e

11:29 - 7 Îlon 2023

Pêka belgeyeke nihênî ya wezareta neft a rejîma Îranê, bi tenê 1 li ser 5 a bênzîn li Îranê standarda Euro4 û Euro5 heye û kevin û rizîbûna alavên palavtingehan dibe sedem ku 1 li ser 3 a nefta Îranê bibe mazot û qîr.
Pêka belgeyên wezareta Nefta rejîma Îranê ku Radiyo Ferdayê belav kiriye, bi tenê 1 li ser 5 a bênzîna Îranê kalîteya hewce ya Euro4 û Euro5 heye û 4 li ser 5 a bêznzînê jî kalîteyek nizim heye û her rojê bi tenê 7.3 milyon lêtir bênzîna Euro4 li palavtingeha “Şazend”ê û 15 milyon lêtir a bênzîna Euro5 li palavtingehên “Îsfehan, Tewrêz û Bender Ebas”ê de tê berhemanîn.
Pêka vê raporê gelempera giştî ya berhemanîna bênzîn li Îranê, her rojê li nêzî 96 milyon lêtir e ku piştî tevlîkirin bi madên petrokîmiya, aromatîk û Oktanê, digihîje zêdetir ji 107 milyon lêtiran.
Pêka wan belgeyan her rojê 4 milyon lêtir zêdetir ji hewcehiya navxweyê Îranê tê berhemanîn, ew yeka li halekê de ye ku 4 li ser 5 a vê bênzînê kalîteyek gelek nizim heye û li çenîn parêzgehên wek parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, pirsgirêka bêzînê heye û dest ajotvanan nakeve û ji aliyê kesên ser bi rejîmê bi tankêran bo Pakistanê tê şandin.