Piştî banghêjiya 6 Partî û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina giştî li 25ê Xermananê, xelkê Kurdistanê pêşewazî li vê banghêjiyê kirin.
Roja Çarşemî 15ê Xermanana 1402 a Rojî, piştî vê ku 6 Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina giştî li 25ê Xermananê, salvegera şehîdkirina “Jîna Emînî” bi destê terorîstên rejîma Îslamiya Îranê banghêjiyeke hevpar belav kirin, xelkê Kurdistanê pêşewazî li vê banghêjiyê kirin.
Şeva derbasbûyî li taxa “Kûyê Daniş” a bajarê Mihabadê, xelkê azadîxwaz bi dirûşmdanan li demjimêrên şevê û li devedevê salvegera şoreşa “Jîna”yê, pêşewazî li banghêjiya Partiyên Rojhilatê Kurdistanê kirin û dengê azadîxwaziya xwe bilind kirin.
Herwisa li gundê “Qereqişlax”ê ser bi devera “Şarwêran” a bajarê Mihabadê, azadîxwazan bi nivîsandina dirûşm li ser dîwaran, pêşewazî li vê banghêjiyê kirin û li ser berdewamiya rêbaza şehîdên rêya azadiya Kurdistanê, pêdegirî kirin.