Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xalê şehîd “Jîna Emînî” ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin

14:30 - 7 Îlon 2023

Pêka raporeke Nûçegihaniya “Reuters”ê, hêzên ewlehiyê yên rejîma Îranê xalê Şehîd “Jîna Emînî” berî çend roj ji salvegera şehîdkirina vê keça Kurd, binçav kirine.

Pêka rapora Nûçegihaniya “Reuters”ê hêzên Spaha Pasdaran a terorîst, li heyamekê de ku çend roj bo salvegera şehîd “Jîna Emînî” mane, xalê vê binçav kirine û bo ciheke nexuya veguhastine û herwisa li vê raporê de hatiye ku ji heftiyek berî niha ve hêzên ewlehî yên rejîma Îranê li pey endamên malbata “Jînayê kevtibûn.

Herwisa vê raporê de hatiye îşarekirin ku hêzên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê bi bê hebûna belgeya yasayî bi awayekî hovane, êrîş kirine ser mala xalê “Jîna”yê û li dema binçavkirina navbirî û vekolîna mala wî de dest bi ser çendîn belgeyan û herwisa pasporta wî de girtine.

Rejîma îranê bi rêya hêzên ewlehî, Îtilaatî û leşkerî hewlê didin ku li salvegera şehîdkirina “Jîna”yê de her çalakiyeke nerazîbûnê bisekinîn û hewlên xwe li vê derheqê de zêde kirine.

Piştî şehîdkirina “Jîna Emînî” ji aliyê hêzên hov û serkutker ên hêza întizamiya rejîma Îranê li bakjarê Tehranê, li Rojhilatê Kurdistanê  û piştre li seranserê Îranê de xelkê bi lidarxistina serhildaneke seranserî binyata riziya rejîma Îranê hejandin û heta niha bi sedan kes hatine şehîdkirin û hezaran kes birîndar bûne û hezaran kes jî hatine binçavkirin.

Rejîma Îranê ji tirsê serîhildana dubare ya berfireh û tirs ji herifîna rejîmê, bi hemû awayekê hewla kontrolkirina xelkê nerazî didin û bi awayên cuda yên wek tirsan, wergirtina wajo û banghêjkirina malbatên şehîd, birîndar û girtiyên siyasî yên vê şoreşê, hewla kontrolkirina xelkê dide.