Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar welatiyên Kurd ji Banayê bi tohmetên “şoreşa çekdarane li dijî rejîmê” (bexî), bi îdam û 65 sal girtîgehê hatine cezakirin

10:26 - 9 Îlon 2023

Piştî derbasbûna sê sal û çar meh binçavkirina 4 welatiyên xelkê bajarê Banê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve, sizayên îdamkirin û 65 sal girtîgeh bi ser wan de hate sepandin.
Welatiyekî Kurd yê bi navê “Yûsif Ehmedî” yê xelkê bajarê Banê ji aliyê Taya yekem ya Dadgeha Şoreş a rejîmê li Sinê bi serokatiya binav dadwer Seîdî bi tohmeta “şoreşa çekdarane li dijî rejîmê” (bexî) sizayê darvekirinê bi ser de hate sepandin.
Hevdem sê welatiyên din ên bajarê Banê yên bi navên “Mihemed Kerîmî, Bast Kerîmî û Mihemed Feyzî” bi bi gelemper 65 sal girtîgeh bi ser wan de hate sepandin.
Ajansên mafê mirovî yên Kurdistanê dane zanîn ku, Yûsif Ehmedî bi tohmeta “şoreşa çekdarane li dijî rejîmê” bi îdamê, Mihemed Kerîmî bi tohmeta “beşdarbûn l şoreşa çekdarane li dijî rejîmê” bi 25 sal girtîgeh, Bast Kerîmî bi heman tohmetê 20 sal girtîgeh û Mihemed Feyzî jî bi heman tohmetê, 20 sal girtîgeh bi ser de hatiye sepandin.
Ev çar welatiyên Kurd li destpêka meha Banemera 1399an a Rojî, bi bê belgeyên yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatibûne girtin û hêzên ewlehî ew bi “hevkarîkirin digel hizbên Kurdî yên dijberê rejîma Îranê” tometbar kiribûn.
Hêzên rejîmê ji bo wergirtina îtirafên bi zorê ji van çar welatiyên Kurd, ew rastî givaş û îşkenceyên dijwar anîbûn.