Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendekî Kurd li Dêhloranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin

10:30 - 9 Îlon 2023

Roja Çarşemî 15ê Xermananê, hunermendekî Kurd ê temen 36 salî û xelkê bajarê Dêhloranê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîma Îranê ve hate girtin û bo cihek nediyar hate veguhestin.
Hunermendê Kurd yê bi navê “Weten Dostî” yê xelkê bajarê Dêhloranê, bi bê hebûna belgeyên yasayî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye girtin.
Li gorî çavkaniyeke agehdar, hêzên rejîmê ew hunermendê Kurd bi bê belgeyên yasayî binçav kirine.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, derheq sedemên girtina “Weten Dostî”û tohmetên li dijî wî hatinî sepandin, ti zaniyariyek ber dest nîne.
Rejîma Îranê ji tirsa serhildana xelkê Kurdistanê di salvegera şehîdkirina Jîna Emînî de, dest avêtiye bi girtin û gefxwarina xelkê Kurdistanê, lê xelkê Kurdistanê ne ji girtin û ne jî, ji gefê rejîmê ditirsin û bi belavkirina bangewaziyan dane zanîn ku dê di salvegera şehîdkirina Jînayê de bi awayekî girseyî beşdariyê bikin.