Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Me dest bi ser milyonek bermîlên nefta Spaha Pasdaran de girtiye

11:20 - 9 Îlon 2023

Amerîkayê bo yekem car bi fermî ragihandiye ku li meha Nîsana îsal de dest bi ser nefkêşa “Soêz Racan” a hilgirê nefta Spaha Pasdaran a terorîst de girtiye.

Wezareta Dad a Amerîkayê di daxuyaniyekê de belav kiriye ku neftkêşa “Soêz Racan” a kompaniya “Împayêr Nûgîşin” a Yûnanê ku bi alaya dûrgeha “Marşal”ê hilgirê 980 hezar bermîl nefta Spaha Pasdaran a rejîma Îranê bûye, dest bi ser de girtiye û ev nefte di meha derbasbûyî de li qiraxavên îyaleta Têkzasa Amerîkayê hatiye valakirin û hatiye firotin.

Pêka daxuyaniya Wezareta Dad a Amerîkayê, veguhastina nefta rejîma Îranê, binpêkirina dorpêçên neftî li ser vê rejîmê ye û kompaniya Yûnanî ya xwediyê vê neftkêşê, di vê dawiyê de îtiraf kiriye ku dorpêçên Amerîkayê li ser nefta rejîma Îranê binpê kiriye û dê 2.5 milyon Dolar wek cerîme bi Amerîkayê re bide.

Birêveberê Saziya “Yekîtiya li dijî Îrana Navkî”, “Mark Walas” ku bo yekem car veguhastina nefta rejîma Îranê bi rêya kompaniya Yûnanî re eşkere kiribû, di vê derheqê de gotiye: “Ev peyameke rohn bo wan kesan e ku nefta Îranê bi qaçaxî difroşin”.

Fermandê Hêza Deryayiya Spaha Pasdaran a terorîst “Elîriza Tengsîrî”, gef xwaribû ku eger nefta vê neftkêşê bê valakirin ew jî dê bersivê bidin.

Hêza Deryayî ya Amerîkayê gotiye ku di heyama 2 salên derbasbûyî de rejîma Îranê dest bi ser zêdetir ji 5 gemiyan de girtiye û êrîş kiriye ser 12 gemiyan û piraniya wan kiryaran jî li geviya Hormoz encam daye.