Deyîk û bavê Jîna Emînî ragehandine ku bi hilkefta salvegera şehîdkirina Jînayê, emê li ser gora wê kom bibin û emê rêûresma vebîranîna wê lidar bixin.
Mujgan Îftixarî û Emced Emînî bi belavkirina postekê li ser tora civakî ya Instagramê nivîsîn, emê di salvegera şehîdkirina keça me ya ezîz Jîna Emînî de, biçine ser gora wê û merasima kevneşopî û mezhebî ya salvegerê lidar bixin.
Ew dibêjin, em wekî her malbateke din a xembar, di salvegera şehîdkirina keça me ya ezîz Jîna Emînî de, emê biçine ser gora wê û kom bibin û merasîma adetî û mezhebiya salvegerê lidar bixin.
Herwisa malbata Jînayê di nivîsa xwe de, tevî rêzgirtin ji hevsoziya xelkê digel wan, daxwaz ji xelkê kirine ku tevî beşdarîkirinê, xwe ji her cure kiryareke tundutîjiyane biparêzin.
Wan nivîsiye ku, em bilî vê nivîsê ti nivîseke din naweşînin.