Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê ciwanên xelkê bajarê Selasa Bawecanî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin

11:33 - 9 Îlon 2023

Sê ciwanên Kurd yên xelkê bajarê Selasa Bawecanî bi awayekî hovane ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatine girtin û heta niha ti zaniyariyek derheq qeder û cihê mana wan ber dest nîne.
Li gorî rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 3ê sipêdeya roja Duşemî 13ê Xermananê, Tehsîn Yûsifî yê temen 19 sal û Ferdîn Sidaqet yê temen 20 sal û Muslim Hemdî ku her sê xelkê bajarê Selasa Bawecanî ne, ji aliyê hêzên Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatine girtin.
Ew ciwanên Kurd piştî girtinê bo girtîgeha Îtilaata Spaha Pasdaran li nêzî meydana neftê ya bajarê Kirmaşanê hatine veguhastin.
Heta dema belavbûna vê nûçeyê, li derheq tohmetên ku li dijî wan hersê ciwanên Kurd hatine sepandin, ti zaniyariyek ber dest nîne.