Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya PDKÎ: Divê civaka cîhanê û hêzên hevpeyman pêşiya destdirêjiya Komara Îslamî bigirin

10:52 - 10 Îlon 2023

Daxuyanî

-Bo raya giştî

-Welatan û civat û civaka navnetewî!

-Rêkxirawên parêzer ên mafê mirovî

Her wek hûn agehdar in Komara Îslamî ya Îranê di heyama borî de bo çendimîn car ji zarê karbidestên siyasî û leşkerî yên xwe ve gefa êrîşkirina ser kampên penaberên kurd ên Îranî û nîştecih li Herêma Kurdistanê xwariye. Herwisa nûçe û lipeykevtin derdixin ku rejîm ji amadekariyên êrîşeke din bo ser penaberên siyasî yên kurd ên li Herêma Kurdistanê û Îraqê berdewam e.

Komara Îslamî ya Îranê di sê dehikên borî de bi sedan penaber û çalakvanên siyasî yên Kurdistana Îranê li Herêma Kurdistanê teror kiriye, di dema çalakiyên ciwan û zarokan de bombe teqandiye û di çar salên borî de jî çendîn caran êrîşî ser kampên penaberên siyasî yên Kurdistana Îranê kiriye û mixabin bi vê sedemê dehan kes ji xelkê penaber hatine kuştin û birîndarkirin.

Di rewşa niha de ku karbidestên rejîmê bi awayekî eşkere dem jî bo pêleke din a êrîşan diyarî kirine, em bi rêya vê daxuyaniyê ve daxwazê ji welatan, civaka cîhanê, Saziya Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafê mirovî û bi taybet hikûmeta Îraqa federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê ku penaberên Rojhilatê Kurdistanê di nav axa wan de nîştecih in, dikin, ku haya wan ji planên leşkerî û ewlehî yên Komara Îslamî hebe ku bi rê ve ne.

Em daxwazê ji hemû aliyan dikin ku hemû şiyanên xwe yên dîplomasî û yên din ji bo rêgirtin ji her êrîşeke Komara Îslamî ya Îranê bo ser penaberên kurd ên Îranî li Herêma Kurdistanê bi kar bînin. Digel vê yekê jî, li gor rastiya desthilata Îranê li Îraqê bi taybetî di warê esmanî de, em bala civaka navdewletî bi taybetî Amerîka û hêzên hevpeyman li Îraqê bo berpirsayetiya wan bi mebesta gavên praktîkî li hember destdirêjiyên Komara Îslamî ya Îranê û pêşîgirtin ji dubarebûna cinayetên wê radikêşîn.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi rêya vê daxuyaniyê ve careke din bi tekezîkirin li ser siyasetên xwe yên dirust û pirensîpî ku li gorî hemû nirx û buhayên navnetewî û cîhanî ne, propagendeyên Komara Îslamî ji bo rewakirina destdirêjiyên xwe li welatekê cîran û tawanên li pey hev li dijî penaberên siyasî red dike. Di rastî de jî eva Komara Îslamî bi xwe ye ku bi sepandina keşeke milîtarîstî û bipêşvebirina siyaseta serkutê heta li dijî çalakvanên medenî û kesên bêparastin di xwenîşandanên aştiyane de, tevahiya Îranê û bi taybetî Kurdistanê nearam kiriye.

Çawa ku ezmûnên berê jî nîşan daye, Komara Îslamî bi berdewamiya vê siyasetê ne dikare krîzên navxweyî çareser bike û ne Kurdan û neteweyên din ên mafxwazên Îranê stuxwar û bêdeng bike, û di dawiyê de serkevtin her bo gelên Îranê û hemû azadîxwazên vî welatî ye.

 Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberî

18ê Xermanana 1402an

9ê Îlona 2023an