Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

38 kedkarên Kurd ên kompaniya neft û gaza Bankolê li ser karê xwe hatine derxistin

11:59 - 2 Îlon 2023

Li gorî rapora ku Ajansa Nûçegihaniya “Hengaw”ê belav kiriye, di heyama borî de 38 kedkarên Kurd û xelkê bajarê Eyvan ê ser bi parêzgeha Îlamê ku li pirojeya neft û gaza Bankola vî bajarî de kar dikirin, bi sedema daxwaziyên xwe û nedana mûçeyên meha Xermananê li ser karên xwe di vê kompaniyayê de hatine derxistin.
Li gorî belgeyên Hengawê, xwedîkar û kargêrê kompaniya neft û gaza Bankolê li bajarê Eyvanê, bilî biryara derkirina wan kedkarên damezraweyî, sikalaya yasayî jî li ser wan tomar kiriye;
Hêjayê gotinê ye ku wan kedkaran bi mebesta nîşandana nerizatiya xwe li derheq guhnedana berpirsên vê kompaniyê bi daxwazkariyên wan ên hatinî ragirtin, li meha Xermananê girev girtibûn.
Ev pirojeye radestî Spaha Pasdaran hatiye kirin û vê rêkxirawa terorîstî û serkutkar a rejîmê jî, mohreyên xwe li vê kompaniyayê li cihê kedkaran damezrandiye.