Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Spaha Pasdaran a terorîst gef li Komara Azerbaycanê xwar

10:59 - 10 Îlon 2023

Spaha Pasdaran a rejîma Îranê li derheq hilbijartinên Qerebaxê, bi Komara Azerbaycanê re huşdarî da û gefa destêوerdana leşkerî bo piştevanîkirin ji Ermenistanê li vî welatî xwar.

Spaha Pasdaran huşdarî bi Komara Azerbaycanê re daye, ku birêvebirina hilbijartinan li devera Qerebaxê bo cudakirina vê deverê ji Ermenistanê ye û dê destêwerdana leşkeriya Îranê li pey xwe bîne; herwisa vê rêkxirawa terorîstî hin wêne belav kirine û îdia dike ku hêzên xwe li sînorên hevpar ên Komara Azerbaycan û Ermenistanê de cihgîr kiriye.

Herwisa serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” li hevpeyvîneke telefonî digel Serokwezîrê Ermenistanê “Nîkol Paşaniyan” îdia kiriye, ku guherîna sînorên cugrafiyayî, hêla sor a Îranê ye.

Ragihandinên Rûsiyê jî îdia kirine ku Spaha Pasdaran bi armanca piştevanîkirina leşkerî ji Ermenistanê, amadeyê veguhastina yekeyên xwe yên leşkerî bo Ermenistanê ye.

Îdia û gefxwarinên rejîma Îranê di halekê de ye ku Ermenistan û Amerîkayê biryara birêvebirina manoreke hevpar a leşkerî di demeke nêzîk de dane û ew biryare, nerizayetiya Rûsiyê û rejîma Îranê li pey xwe aniye û Rûsiyê di vê derheqê de balyozê Ermenistanê banghêjî Wezareta Derve ya Rûsiyê kiriye.