Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sîrûs û Azad Ebasî ji çalakvanên medenî li Dêwolanê hatine girtin

11:01 - 10 Îlon 2023

Roja Şemî 18ê Xermananê, Sîrûs û Azad Ebasî ji çalakvanên medenî yên Dêwolanê, piştî gazîkirin bo dadgeha rejîmê li vî bajarî hatine girtin.

Li gorî rapora “Kurdpa”yê, ev du çalakvanên medenî bi mebesta cîbicîkirina cezayê ku bi ser wan de hatî sepandin, bo girtîgeha rejîmê li Qurweyê hatine veguhastin.

Ferîde Weysî, hevjîna Sîrûs Ebasî, bi belavkirina postekê li tora civakî ya Instagramê, girtina Sîrûs û Azad piştrast kiriye.

Roja Şemî 11ê Xermananê, Sîrûs Ebasî yê Endamê Lîjneya Birêveberiya Damezraweya Zanistî ya Kurdistanê, behsa hilweşandina mohleta çalakiyên vê damezrawê ji aliyê Wezareta Perwerde û Hînkariyê ve kiribû.

Sala derbasbûyî jî, Sîrûs Ebasî û Azad Ebasî ji çalakvanên medenî yên Dêwolanê, ji aliyê Taya 2 a Dadgeha Keyferî ya rejîmê li vî bajarî, her yek ji wan 6 sal û 4 meh girtîgeh bi ser wan de hatibû sepandin.

Befranbara 1398an, Sîrûs Ebasî ji aliyê Taya Yek a Dadgeha Înqilab a rejîmê li Sinê, 2 sal girtîgeha ragirtî bi ser de hatibû sepandin, û Azad Ebasî jî tohmetên ku bi ser de hatibûne sepandin, bê tawan derket.