Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kasibkarekî Kurd bi sedema îşkenceya hovane ya hêzên rejîmê canê xwe ji dest da

11:21 - 10 Îlon 2023

Ciwanekî kaibkarê Kurd yê bi navê “Pûya Babayî” û xelkê bajarê “Ciwanro” yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê, piştî vê ku hêzên rejîmê teqe li maşîna wî dikin, wî digirin û paşê navbirî rastî îşkenceyên hovane tînin û her bi vê sedemê jî canê xwe ji dest daye.

Li gorî rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Înê 17 Xermananê, welatiyekî Kurd yê bi navê Pûya Babayî yê temen 26 salî û xelkê gundê Pîrbawe yê ser bi bajarê Ciwanroyê, piştî heftiyek girtin û razandin li nexweşxaneya Kirmaşanê, bi sedema vê ku mejiyê wî derbe jê kevtiye û pişta wî jî, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatiye şikana, canê xwe ji dest da.

Piştî kuştina Pûya Babayî ji aliyê hêzên rejîmê ve, hevjîna wî ku mehek berî niha jiyana hevbeş pêk anîbûn, rastî êrîşa demarî hatiye û niha di nexweşxaneyê de ye û rewşa wê nebaş hatiye ragehandin.

Hengaw dibêje, îdareya Îtilaata rejîmê li bajarê Ciwanroyê givaş xistiye ser malbata Babayî û dibêjin nabe ti rêûresmekê di Mizgevtan de bi rê ve bibin û nûçeya kuştina Babayî jî medyayî nekin.