Hêzên rejîma Îranê di êrîşekê de bo ser gundê “Neçê” yê ser bi Merîwanê, 35 endamên çalak ên Encumena Jîngehparêzî ya Keska Çiyaya Merîwanê girtin ku piraniya wan derengahiya şeva borî hatin berdan û heta niha 3 kes di girtîgehê de mane.
Pêka rapora Hengawê, piştênîvroya 19ê Xermananê, hejmarek zêde ji hêzên rejîma Îranê ku pêk hatibûn ji hêzên Îtilaat û Îtilaata Spaha Pasdaran, êrîşî ser kombûna salane ya Encumena Kesk a Çiyaya Merîwanê li gundê “Neçê” kirin û 35 kes ji endamên vê encumena jîngehparêzî binçav kirin.
Hengaw dibêje, heta niha nasnameya 17 kesan ji wan girtiyan hatiye zanîn ku wiha ye: Salar Azerî, Kemal Konepoşî, Madih Serdûş, Ebdullah Bilwasî, Kawe Kerîmiyan, Kawe Dasitan, Hîwa Babayî, Madih Himetbulend, Ferhad Mewlûdî, Nasih Himetbulend, Luqman Konepoşî, Sîrwan Melarehîm, Mihemed Efserî, Ebdulah Bilwasî, Şaho Tilû`î û Elî Înayet.
Hêzên rejîmê di dema binçavkirina van kesan de, bi awayekî tundûtîjane reftar kirine û kelûpelên wan yên kesî wek telefonên wan digel xwe birine.
Her li gorî rapora Hengawê, direngahiya şeva borî piraniya wan piştî lêpêçînê hatine berdan û Kaw Kerîmiyan, Kawe Dasitan, Madih Xweşnewaz jî heta niha di gîrtîgeha ewlehî ya rejîmê de ne û ji tohmetên bi ser wan de hatinî sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.