Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li çendîn bajarên Îran û Kurdistanê kombûna nerazîbûna malnişînkiriyan bi rê ve çû

09:28 - 11 Îlon 2023

Di berdewamiya birêveçûna kombûna nerazîbûnê ya malnişînkiriyan li Kurdistan û Îranê, li bajarên wek Kirmaşan, Îsfehan, Şûşter, Dêzfûl û Reştê kombûna nerazîbûnê ya malnişînkiriyan bi rê ve çû.

Roja Yekşemî 19ê Xermananê, malnişînên Saziya Dabînkirina Civakî li Kirmaşan, Dêzfûl, Şûşter û Reştê careke din li hember rewşa nebaş a jiyanê û pêranegihîştin bi daxwazkariyên wan û herwiha wekhevkirina mûçe û paşmayên wan li ber avahiya Saziya Dabînkirina Civakî kom bûn û nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Di van kombûnên nerazîbûnê de dirûşmên wek “wezîrê bêlayîq, dev ji kar berde”, “malnişînkirî dengê xwe bilind bike, ji bo mafên xwe biqirîne”, malnişînkirî serî hildin, li dijî jiholêrakirina cudatîdanînan”, “ne hikûmet û ne meclis, di xema xelkê de nînin”, û çendîn dirûşmên dinê dan û daxwaz kirin ku daxwakariyên wan bên cîbicîkirin. .

Malnişînkiriyên Pîşeya Polaya Îsfehanê jî li derheq pêranegihîştina navendên rejîmê bi daxwazkariyên wan, li hember avahiya Sindoga Malnişînkirî ya Polaya Îsfehanê kombûnên nerazîbûnê lidar xistin.

Her di vê pêwendiyê de, karkerên Maşînsaziya Erakê li hember rewşa nexuya ya berhem û ewlehiya karê wan û bersivnedan bi daxwazkariyên wan, di 35emîn roja mangirtinê de ne.