Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama piştevaniya pênc rêkxirawên cemawerî û medenî ji bangewaziya hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê

10:59 - 11 Îlon 2023

Pênc rêkxirawên cemawerî û medenî yên Rojhilatê Kurdistanê bo piştevanîkirin ji bangewaziya hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bo girevgirtina 25ê Xermananê, peyamek belav kirin.

Roja Yekşemî 19ê Xermananê, pênc rêkxirawên cemawerî û medenî yên Rojhilatê Kurdistanê, Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistan, Navenda Mafê Mirov bo Rojhilatê Kurdistanê, Yeketiya Jinan, Ciwanan û Xwendekarên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi belavkirina peyamekê, piştevaniya xwe ji bangewaziya hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bo girevgirtina 25ê Xermananê ragihandin.

Di vê peyamê de hatiye: Her wek hûn agehdar in salvegera şehîdkirina Jîna Emînî nêzîk dibe û her bi vê mebestê jî tev tex û qatên civaka Kurdistanê xwe hevaheng û rêkxistin dikin da ku vê salvegerê wek roja şehîdkirina Jînayê bikin derfet ji bo nîşandana kerb û kîna xwe li hember desthilata jinkuj û zarokkuj a Komara Îslamî.

Herwisa di peyamê de hatiye: Komara Îslamî ku pêşeng e ji teror û kuştin û girtina xelkê bêtawan, vê carê jî dixwaze bi girtina çalakvanên medenî û jinên azadîxwaz, xelkê çavtirs bike bo vê ku pêşiya serhildana menca şoreşa Jînayê bigire.

Di dawiya peyamê de hatiye: Carek din bi yekgirtiya me, pîlan û çewtekariyên dezgeha serkut a Komara Îslamî têne pûçkirin û em piştevaniya daxwaziyên hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê dikin li derheq girevgirtina giştî li roja 25ê Xermananê, û em daxwazê dikin ku bi daxistina dukan û bazaran û serdana tirba Jînaya şehîd, yada Jîna û tev şehîdên şoreşê bilind rabigirin, û bi lidarxistina xwenîşandan li tev bajar û deveran, daxwaziyên rewa yên netewa me careke din bixine bîra cîhaniyan û bala civaka cîhanê bo ser pirsa Kurd rabikêşin.