Komek ji rêkxiraweyên medenî, çandî û werzişî yên bajarên parêzgeha Urmiyê, bo piştevanîkirin ji girevgirtina 25ê Xermananê, peyamek belav kirin.
Deqa peyamê wiha ye:
Li yekem salvegera şehîdkirina Jîna Emînî bi destê Geşta Îrşad li bajarê Tehranê, em daxwazê ji xelkê nîştimanperwer li bajarên parêzgeha Urmiyê dikin ku bi daxistina dukan, bazar, cihê kar û neçûn bo ser karên xwe, li girevgirtina giştî ya 25ê Xermanana 1402 a Rojî, beşdariyê bikin.
Herwisa êvara 25ê Xermananê, emê hemû biçine ser tirba şehîdên şoreşa Jînayê li bajar û gundan û digel rêbaza şehîdên şoreşa Jînayê peymanê nû bikin û heya serkevtina şoreşa Jînayê û giheştin bi armancên şehîdan, emê ji xebata bajar û şeqaman berdewam bin.
Em wek komek ji çalakvanên medenî, çandî û werzişî yên bajarên parêzgeha Urmiyê piştgiriya greva giştî ya 25ê Xermananê dikin.