Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyekî xelkê bajarê Pîranşarê bo cîbicîkirina cezayê bi ser de hatî sepandin hate girtin

11:49 - 11 Îlon 2023

Keywan Nebî, welatiyê xelkê bajarê Pîranşarê û girtiyê şoreşa Jînayê ku cezayê girîgehê bi ser de hatibû sepandin, bo cîbicîkirina cezayê hatî sepandin bo girtîgeha rejîmê li bajarê Nexedê hate veguhastin.

Li gorî Encumena Girtiyên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê, “Xweragirî”, roja Sêşemî 14ê Xermanana 1402 a Rojî, Keywan Nebî, welatiyê xelkê bajarê Pîranşarê ku di meşa şoreşa Jin Jiyan Azadî de hatibû girtin û piştre ji aliyê Dadgeha Înqilab a Komara Îslamî ve cezayê 6 sal û 3 meh girtîgeh bi ser de hatibû sepandin, bo cîbicîkirina cezayê bi ser de hatî sepandin, bo girtîgeha bajarê Nexedê hatiye veguhastin.

Keywan Nebî, piştî gazîkirin bo dadseriya birêveçûna sizayên rejîmê li Pîranşarê bi mebesta pêregiheştin bi cezayê bi ser de hatî sepandin, her li vir tê girtin û bo girtîgeha bajarê Nexedê tê veguhastin.

Herwisa ji aliyê Dadgeha Înqilab a rejîmê li Mihabadê, bi tohmeta endamê li yek ji hizbên dijberî rejîma Îranê, cezayê 32 meh girtîgeh û bi tohmeta pêkanîna girûpek li dijî aramî û aşayîşa giştî, 43 meh û bi gelemperî cezayê wî dike 6 sal û 3 meh girtîgeh ku bi ser de hatiye sepandin.

Hêjayê gotinê ye ku roja Şemî 21ê Xezelwera sala borî, hêzên rejîmê rijiyabûne ser mala navbirî û bi awayekî hovane girtibûn û piştî heyamekê li girtîgehên rejîma serkutker ya Îranê li Urmiye û Pîranşarê, bo girtîgeha navendî ya rejîmê li Nexedê hatibû veguhastin û bo dawî car bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî gonaxên dadgehê hatibû azadkirin.