Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kurdistan; Herî kêm 15 haletên xwekujî, hewildana xwekuştinê û kuştina xwenîşanderan di girtîgehên rejîmê de

12:31 - 11 Îlon 2023

Rêkxirawa Mafê Mirovî ya Kurdpayê, her salê li 10ê Îlonê bi hilkefta roja cîhanî ya “Rêgirîkirin ji xwekujiyê” amareke xwekujî li Kurdistanê belav dike û di rapora îsal ya vê navenda mafê mirovî de li derheq beşeke girîng a xwekujiya binçavkiriyên şoreşa Jînayê û givaşên navendên ewlehî li ser malbatên wan hatiye.

Di meşa şoreşa Jînayê de navendên ewlehî givaş xistine ser 5 malbatên “Seyîd Mihemed Husêynî, Ramîn Fatihî, Sarîna Sa`îdî, Burhan Keremî û Şadiman Ehmedî” ku ew kuştina zarokên xwe ji aliyê rejîmê ve di girtîgehê de bi xwekujiyê bidine zanîn.  

Ji aliyê dinê ve 7 kes ji binçavkiriyên şoreşa Jînayê yên bi navên “Saman Yasîn, Emîrriza Mûsewiyan, Se`idullah Ayînî, Arwîn Nîkpêy û Tohîd Derwîş” di girtîgehên rejîmê de hewla xwekujiyê dane û Îhsan Cewahirî jî piştî azadiya demkî dawî bi jiayan xwe aniye.

Mirinên cihê şik û gumana binçavkiriyan an serhildêrên şoreşa Jînayê beşek din ji vê rapora Kurdpayê ye û pêka vê raporê, “Bamşad Silêmanxanî û Mehdî Sadiqî” yên xelkê Îlamê ku di girtîgehên rejîmê de bi tundî hatibûne îşkencekirin û piştî azadbûna wan ji girtîgehên rejîmê, bi awayekî cihê şik û gumanê canê xwe ji dest dane.

Herwisa Kurdpayê di dawiya rapora xwe de amarek ji xwekujiya ji 10ê Îlona 2022an heta 10ê Îlona 2023an belav kiriye û pêka vê amarê, bi giştî 59 xwekujî li Rojhilatê Kurdistan qewimîne. Ev amare di sala borî de 183 halet bû.