Roja Duşemî 20ê Xermanana 1402 a Rojî, şandeke Partiya Sosyalîst a Kurdistan-bakur bi serpereştiya rêzdar “Bayram Bozîl”, Serokê Giştî yê vê partiyê serdana Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê kir û ji aliyê heyeta Hizba Demokrat bi serpereştiya Mistefa Mewlûdî, Endamê Navenda Birêverberiya Hizbê ve pêşwazî ji wan hate kirin.
Di vê hevdîtinê de piştî gengeşekirina rewşa niha ya navçeyê û bi taybetî dijminatiya Komara Îslamî ya Îranê li hember Herêma Kurdistanê û gefên wê li ser hizbên Rojhilatê Kurdistanê, tekezî li ser yekrêziya hizb û aliyên siyasî û civakî yên Kurdistanê kirin, bi taybetî di devedevê salvegera serhildana Jînayê de.
Şanda mêvan jî cih û pêgeha Hizba Demokrat di tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd de û hest bi berpirsayetîkirina rêberiya hizbê di qonaxa niha de ji bo yekrêzî û aramiyê bilind nirxand.
Di dawiya hevdîtinê de her du aliyan tekezî li ser berdewamiya pêwendî û hevkariyên di navbera hev de kirin.