Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Binçavkirina du welatiyên Kurd li bajarên Ciwanro û Bokanê

10:28 - 12 Îlon 2023

Ehmed Mi`ezer, welatiyê xelkê Bokanê û Prasa Efşare, ciwanê xelkê bajarê Ciwanroyê, ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîma Îranê ve hatine girtin.

Pêka nûçeya Encumena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurditanê “Xweragirî”, Roja Yekşemî 19ê Xermananê, Ehmed Mi`ezer, welatiyê Bokanê yê temen 72 salî, bi awayekî hovane ji aliyê hêzên tepeserker ên rejîma Îslamî ya Îranê ve, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhestin.

Hêzên serkutkar ên Komara Îslamî, piştî rijiyan bo ser mala Ehmed Mi`ezer û binçavkirina wî bi awayekî hovane, dest bi ser kelûpelên wî yên wek telefona wî û yên hemû endamên malbata wî û kompûtera navbirî de girtine.

Her di vê derheqê de, roja Duşemî 20ê Xermananê, Parsa Efşar, ciwanê xelkê Ciwanroyê, ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîma Îslamî ya Îranê ve, bi bê ti belgeyeke yasayî û dadwerî hatiye girtin û bo cihekî nediyar hatiye veguhestin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema girtin û tohmetên li dijî wan hatinî sepandin, ti zaniyariyek ber dest nîne.