Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du welatiyên Kurd li bajarên Sine û Seqizê bo navendên ewlehî yên rejîmê hatine qazîkirin

10:46 - 12 Îlon 2023

Welatiyê Kurd û çalakvanê medenî û serokê heyeta topa pê li bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatiye girtin, herwisa xwendekarekî Kurd ê xelkê gundê Tengîser yê ser bi bajarê Sinê, bo îdareya Îtilaata rejîmê li vî bajarê hatiye qazîkirin.

Li gorî rapora Kurdpayê, roja Duşemî 20ê Xermanana 1402 a Rojî, Şêrko Hîcazî, çalakvanê medenî û serokê heyeta topa pê li bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve bi bê hebûna belgeyên yasayî li yek ji şeqamên vî bajarî bi awayekî tundûtîjane hatiye girtin û bo cihekî nexuya hatiye veguhastin.

Heya niha sedema girtin û tohmetên ku bi ser navbirî de hatinî sepandin ti zaniyariyek li ber dest nîne.

Herwisa roja Duşemî 20ê Xermanan 1402 a Rojî, xwendekareke Kurd a xelka gundê Tengîser yê ser bi bajarê Sinê, ya bi navê Dilsoz Mîrî, bo îdareya Îtilaata rejîmê li vî bajarê hatiye qazîkirin û lêpêçîn jê hatiye kirin.

Ew welatiya Kurd piştî çend demjimêr lêpêçînkirinê ji aliyê hêzên Îtilaata rejîmê ve, hatiye azadkirin.

Hêjayê gotinê ye ku, Dilsoz Mîrî, berê li sala 1400 a Rojî, bo îdareya Îtilaata rejîmê hatibû qazîkirin û lêpêçîn jê hatibû kirin.