Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdewamiya kombûnên nerazîbûna malnişînkiriyên Mixabiratê li 12 parêzgehên Îran û Kurdistanê

09:32 - 12 Îlon 2023

Kombûna nerazîbûna malnişînkiriyên Mixabiratê li çendîn parêzgehên Kurdistan û Îranê li hember rewşa xirap a jiyana wan bi rê ve çû.

Roja Duşemî 20ê Xermanana 1402a Rojî, komek ji malnişînkiriyên şîrketa Mixabiratê li parêzgehên Sine, Xurasana Rezewî, Luristan, Gîlan, Zencan, Hemedan, Hormozgan, Tehran, Fars, Çarmehal û Bextiyarî, Îsfehan û Xuzistanê, nerazîbûna xwe li hember bersivnedan bi daxwaziyên wan, wekî hemû Duşemiyên derbasbûyî, li hember şîrketa Mixabiratê li navenda parêzgehên xwe kombûnên nerazîbûnê lidar xistin.

Malnişînkiriyên nerazî li parêzgehên navbirî, wekî nerizatiyekê li hember bersivnedana berpirsên pêwendidar bi daxwaziyên wan yên wekî, “cîbicînekirina yasayên karmendan, damezrandina sala 1389an, nehiştina pirsgirêkên bîmeya tendirustiyê, û dana mûçeyên paşketî yên wan piştî 13 salan”, kombûnên nerizatiyê lidar xistin û daxwaza mafên xwe kirin.

Her di vê derheqê de roja Duşemî 20 Xermananê, komek ji malnişînkiyên deng û renga rejîmê li hember bersivnedan bi daxwaziyên wan û cîbicînekirina yeksanî li mûçeyên wan, û baştirnekirina rewşa tendirustiyê, li hember Mizgevta Bîlal a deng û rengê rejîmê li bajarê Tehranê kombûnên nerizatiyê bi rê ve birin.

Hêjayê gotinê ye ku, li dirêjeya girev û kombûnên nerizatiya kedkaran li Îranê, roja Yekşemî 19ê Xermananê, kedkarên palavtingeha Adîşa Cinûbî, li hember nedana mûçeyên wan, kombûnên nerizatiyê lidar xistin.