Endam û alîgirên Hizba Demokrat li dever û bajarên Kirmaşan, Pawe, Bokan û Mihabadê, bo pêşwazî ji bangewaziya hevbeş a hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtina roja 25ê Xermananê li Kurdistan û Îranê, çalakiyên banghêjî lidar xistin.
Li devedevê salvegere şoreşa Jînayê û bangewaza hevbeş a 6 hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtin û çûn bo ser tirba şehîdên şoreşa Jînayê, endamên Hizba Demokrat li bajar û deverên Kirmaşan, Pawe, Bokan û Mihabadê, bi awayekî berçav çalakiyên banghêjî bi rê ve birin û xwe bo roja diyarîkirî amade kirine.
Endam û alîgirên Hizba Demokrat bi bilindkirina alaya Kurdistanê û nivîsîna dirûşman û belavkirina tirakt û posterên taybet bi roja 25ê Xermananê, salvegera şehîdkirina Jîna Emînî, peyman û soz dane ku heta serkevtina şoreşê ji çalakî û têkoşan bo nîştimanê, dê berdewam bin.