Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Herî kêm 9 welatiyên din ên Kurd li bajarên Şino, Bokan, Bane, Seqiz û Dîwandereyê hatine girtin

10:32 - 13 Îlon 2023

Di berdewamiya gitina bi kom a welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve, du welatiyên xelkê bajarê Şino yên bi navên Zaniya Megdûr û Ferdîn Xoş Xwahiş û li bajarên Seqiz û Dîwandere Hîwa Tatayî û Umîd Kerîmî, û li bajarê Baneyê jî sê endamên malbatekê yên bi navên Seîd, Mihemed û Arman Mihemedî û herwisa Siyamak Pîrûtî û Bêhzad Wefadar li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin girtin.
Li gorî rapora Hengawê, roja Duşemî 20ê Xermananê, hêzên Îtilaata rejîmê li bajarê Banê bi êrîşkirin li ser mala Seîd Mihemedî, ev welatiye digel du kurên wî yên bi navên Arman û Mihemded Mihemedî binçav kirine.
Hengaw dibêje, hêzên rejîmê piştî çend demjimêr lêpêçînkirinê, Seîd Mihemedî û Mihemed Mihemedî berdide, lê Arman Mihemedî di pêwendiyeke telefonî de daye zanîn ku ji bo girtîgeha Îtilaatê li bajarê Sinê hatiye veguhastin.
Di heman rojê de, Siyamak Pîrûtî yê 40 salî û Behzad Fefadar ê 38 salî û Serokê Sendîkaya Zêrfiroşên Banê ji aliyê îdareya Îtilaata rejîmê ve hatine girtin. Berê Ajansa Nûçegihaniya Hengawê girtina sê endamên din ên vê yekîtiyê ragihandibû.
Hevdem Zaniya Megdûr û Ferdîn Xoş Xwahiş li bajarê Şinoyê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin û bo cihek nexuya hatine veguhastin.
Herwisa di heman rojê de, Hîwa Tatayî yê xelkê Seqizê û Umîd Kerîmî yê 30 sal û xelkê Dîwandereyê di êrîşeke hêzên rejîmê de bo ser malên wan hatine binçavkirin. Hîwa Tatayî ji bo girtîgeha Îtilaatê li bajrê Sinê hatiye veguhastin û ji sedema girtin û cihê mana wî ti zaniyariyek ber dest nîne.
Hengaw dibêje di heyama 12 rojên borî de herî kêm 99 hevwelatî li seranserî Îran û Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin ku nasnameya wan hemûyan hatiye piştrastkirin. Ji tevahiya kesên hatinî girtin 66 kes wate 66.6 ji sedî ji vê amarê welatiyên Kurd in.