Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Meclîsa Nûneran a Amerîkayê bi tevahiya dengan terha “Yasaya Jînayê” pejirand

10:36 - 13 Îlon 2023

Meclîsa Nûneran a Amerîkayê bi 410 dengên erênî û 3 dengên nerênî yên her 2 hizbên “Komarîxwaz û Demokrat”, terha “Yasaya Jînayê” pejirand û pêka vê terhê, rêberê rejîma Îranê, serkomar û berpirsên din ên payebilind ên vê rejîmê dê li listeya dorpêçên Amerîkayê li dijî rejîma Îranê bêne zêdekirin.

Eger terha “Yasaya Jînayê” li Senaya Amerîkayê jî bê pesednkirin, serkomarê Amerîkayê erkdar dibe ku tevahiya berpirsên payebilind ên rejîma Îslamî ya Îranê ên binpêkerê mafê mirovî, li lîsteyê dorpêçên Amerîka zêde bike.

Herwisa pêka terha “Yasaya Jînayê”, dewleta Amerîkayê erkdar dibe ku her 90 rojan carekê, raporekê li derheq  berpirsên binpêkir ên mafê mirovî li Îranê, Elî Xamineyî û Îbrahîm Reîsî û ofîs û navendên girêdayî bi wan, raporekê pêşkêşê Kongireya Amerîkayê bike.

Di vê derheqê de Nûnerê Komarîxwaz ê Meclîsa Nûneran a Amerîkayê “Cîm Benks” ku yek ji darêjerê terha “Yasaya Jînayê” ye, di torên civakî de belav kiriye ku “dema vê hatiye ku berpirsên kuştina Jînayê û serkuta xwenîşanderên biwêr ên Îranê, li listeyê dorpêçan bêne zêdekirin”.