Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hunermendê Kurd ê netewî, Beytocan koça dawiyê kir

11:01 - 13 Îlon 2023

Hunermendê navdar ê Kurd Beytocan, roja 12ê Îlonê li welatê Swêdê bi sedema nesaxiya şêrpenceyê koça dawiyê kir.

Baytullah Guner naskirî bi Baytocan, di sala 1955an de li navçeya Ferqînê ya Amedê ji dayîk bibû. Baytocan piştî kodeteya leşkerî ya 12ê Îlona 1980ê ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatibû girtin û 15 sal cezayê girtîgehê li dijî wî hatibû sepandin, lê piştî şeş sal û nîv meh girtîgeh hate berdan. Piştî ku ji girtîgehê derket, ji Amedê ber bi Stenbolê ve çû.

Baytocan di sala 1990ê de yekemîn albûma xwe ya bi navê “Yan Mirin an Diyarbekir” derxist û piştî salekê ji derketina albûmê, ber bi Ewropayê ve çû û li Swêdê nîştecih bû.

Baytocan piştî çar salan lihemberderkevtin li dijî nexweşiya şêrpenceyê, li Stokholma Swêdê û dûr ji welatê xwe koça dawî kir.