Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakvaneka xelka bajarê Seqizê ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin

11:04 - 13 Îlon 2023

Hêro Qedîmî, çalakvana medenî û xelka bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin.

Roja Sêşemî 21ê Xermananê, Hêro Qedîmî ya çalakvana medenî ya naskiriya xelka Seqizê, ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin.

8 kes ji hêzên ewlehî bi hênceta radestkirina kelûpelên dersxwanan, bi bê hebûna ti belgeyek yasayî rijiyane ser mala navbirî û girtine.

Ev çalakvana medenî li biyava zarokan, jinan û alîkarîkirin bi wan nexweşên ku hewcehiya wan bi pêdiviyên taybet heye, çalakiyan dike.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, sedema girtin û tohmetên ku li dijî wê hatinî sepandin, ti zaniyariyek ber dest nîne.