Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama pîrozbahiya Hizba Demokrat bi boneya birêveçûna Kongreya Hizba Tezamun a Demokratîka El-Ehwazê

10:49 - 14 Îlon 2023

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, rêzdar “Mistefa Hicrî”, bi boneya birêveçûna kongreya vê dawiyê ya Hizba “Tezamun” a Demokratîka El-Ehwazê peyamek arasteyê sekretera giştî ya nû hatî hilbijartin ya vê hizbê belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Rêzdar Mona Sîlavî

Sekretera Hizba Tezamun a Demokratîka El-Ehwazê

Silav û rêz

Em hatine agehdarkirin ku kongreya hizba we ku di çend rojên derbasbûyî de hate lidarxistin, tu wek sekretera giştî ya vê hizbê hatiyî hilbijartin. Ez bi vê minasibetê, bi navê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, pîrozbahiya vê hilbijartinê li te ya rêzdar dikim û hêvîdarim ku Hizba Tezamun a El-Ehwazê di bin rêberî û birêvebiriya te de serkevtin û pêşkevtinên zêdetir bi dest bixe, bi vê baweriyê ku Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê wek salên borî dê di rastaya hevhizrî û hevkariyên dostane digel Hizba Tezamunê hizba hevpeymana Hizba Demokrat de, hewlê bide.

Em rêz li xebata netewa zilmlêkirî ya Ereb li Îranê ji bo bidestxistina azadî û mafên xwe yên netewî digirin û hevkarî û hevpeymaniya bi wan re erkê xwe dizanin.

Rêz û hûrmet

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

Berpirsê Navenda Birêveberî

Mistefa Hicrî

22ê Xermanana 1402 a Rojî