Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Ciwanekî Kurd bi teqeya hêzên rejîmê li Gulşehra Kerecê hate kuştin

10:55 - 14 Îlon 2023

Ciwanekî Kurd yê bi navê Hamîd Baqirî yê xelkê bajarê Şabadê piştî banghêjkirina xelkê bo xwenîşandan li dijî rejîmê li yek ji şeqamên Kerecê, digel hêzên rejîmê tûşê şer û pevçûnê dibin û di encamê de hêzên rejîmê rastewxwe ew ciwanê Kurd dane ber guleyan û termê wî jî digel xwe birine.

 Li gorî rapora Rêkxirawa Mafê Mirovî ya Hengawê,  roja Çarşemî 22ê Xermananê, Hamîd Baqirî xelkê gundê Tecer Ekber Kelhur yê ser bi bajarê Şabada parêzgeha Kirmaşanê, ji aliyê hêzên rejîmê ve bû armanc û bi çar guleyan canê xwe ji dest da. Ev ciwanê Kurd berî kuştinê li şeqamên Gulşehra Kerecê daxwaz ji xelkê kiribû ku beşdariyê di xwenîşandanan de bikin.

Hengawê li gor çavkaniyek nêzî malbata Hamîd Baqirî daye zanîn, berî êrîşa hêzên rejîmê bo ser Hamîd Baqirî, navbirî xelik bo xwenîşandanê qazî kiribû û bi tenê li dijî rejîmê dirûşm dabûn.

Malbata Hamîd Baqirî, piştî bihîstina kuştina kurê xwe rastevxwe xwe gihandine Kerecê, lê heya niha nekarîne termê kurê xwe werbigrin, û navendên rejîmê xwe ji dana termê Hamîd Baqirî diparêzin.

Mediyayên rejîmê li devedevê salvegera kuştina Jîna Emînî û despêka şoreşa Jin Jiyan Azadî, li hember kuştina vî ciwanî bi awayekî sîstematîk dest bi belavkirina nûçeyên dûr ji rastiyê kirine.