Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Welatiyeka xelka Seqizê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin

11:22 - 14 Îlon 2023

Welatiyeka xelka bajarê Seqizê ya bi navê Semîra Ehmedî ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hate girtin.

Li gorî rapora Kurdpayê, roja Çarşemî 22ê Xermananê, Semîra Ehmedî ya welatiya xelka bajarê Seqizê ji aliyê hêzên rejîmê ve hate girtin û bo ciheke nexuya hate veguhastin; demjimêr 11ê pêşnîvro hêzên rejîmê bi sê maşînan li şeqama Fîrdewsî ya Seqizê bi bê hebûna ti belgeyek yasayî ev welatiya girtine.

Ew welatiya di maşîna xwe de bûye ku ji aliyê hêzên ewlehî yên rejîmê ve hatiye girtin.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê ji sedema girtin û tohmetên ku li dijî wê hatinî sepandin ti zaniyariyek ber dest nîne.