Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sê welatiyên xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin

11:31 - 14 Îlon 2023

Sê welatiyên xelkê bajarê Sine yên bi navên, Sebah Salihî, Ferzad Kerîmî û Umîd Esedî ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin.

Li gorî rapora Encumena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, roja Yekşemî 19ê Xermananê hêzên rejîmê li bajarê Sinê rijiyane ser dukana Umîd Esedî yê çalakvanê medenî yê vî bajarî û bi bê hebûna ti belgeyek yasayî navbirî girtine û bo ciheke nexuya veguhastine.

Herwisa roja Sêşemî 21ê Xermananê, Ferzad Kerîmî welatiyê gundê Tengîser yê ser bi devera Jawero ya bajarê Sinê û rûniştiyê bajarê Ehwazê ku li meşa şoreşa Jin Jiyan Azadî hatibû girtin, carek din ji aliyê hêzên rejîmê ve li bajarê Ehwazê hate girtin.

Ji aliyeke din ve, roja Çarşemî 22ê Xermananê, du maşînên tejî ji hêzên rejîmê rijiyane ser şehreka Hesen Ava li nêzî bajarê Sinê û bi awayekî hovane Sebah Salihî girtine.

Heya dema belavbûna vê nûçeyê, ti zaniyariyek derheq çarenivîsa navbiryan ber dest nîne.