Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên banghêjî bi hilkefta 25ê Xermananê, bi awayekî berfireh bi rê ve çûn

12:16 - 14 Îlon 2023

Endam û alîgirên Hizba Demokrat tevî çavdêriya tund a hêzên ewlehî yên rejîma Îranê bi ser hatinûçûna xelkê de, bi hilkefta 25ê Xermananê, salvegera şehîdkirina “Jîna” û destpêka şoreşê, li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistanê çalakiyên berfireh ên banghêjiyê lidar xistin.

Roja Çarşemî 22ê Xermanana 1402 a Rojî, endam û alîgirên têkoşer û biwêr ên Hizba Demokrat, tevî keşeke ewlehî, li bajarên “Urmiye, Pîranşar, Şino, Seqiz, Mihabad, Bokan û Sinê” bi hilkefta 25ê Xermananê, salvegera şehîdkirina “Jîna”yê û herwisa destpêkirina serhildana gelên Îranê li dijî rejîma Îslamiya Îranê, çalakiyên banghêjiyê lidar xistin û amadebûna xwe bo berdewamkirina şoreşê û mangirtin û serhildan li dijî rejîma Îranê ragihandin.

Têkoşerên Demokrat bi gur û têneke zêde ve, pêşewazî ji bangewaziya 6 hizb û aliyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bo mangirtin û çûn bo ser tirba şehîdên şoreşa “Jîna”yê kirin û bi belavkirina wêneyên şehîdên serhildanê, berdewamiya xwe li ser berdewamkirina rêbaza şehîdan dubare kirin.

Endamên Hizba Demokrat hevdem digel wan çalakiyên bi bilkefta 25ê Xermananê, bi belavkirina trakt û wêneyên Dr. “Sadiq Şerefkendî” yê rêberê bi şiyan û mezin ê gelê Kurd, yada şehîdên Mîkonosê bi bilind ragirtin û bo careke din terorîzma rejîma Îslamî ya Îranê şermezar kirin.

Di wan cihan de çalakî hatine lidarxistin: Pîranşar, gundê Xirape, Serînçavê; Li Mihabadê û nav bajar, devera Şarwêran, gundên Qicîava, Xurxure û Qizilqopî; Li Şino û devera Deştebêl; Li Urmiye, gundên Şeytanava, Delo, Derbend û devera Dol; Li Seqiz, şehreka Danişgah, bilwara Danişcû û pira Kewser; Li Bokan, Kanî Seyran û Qurmîş û herwisa li bajarê Sine çalakî hatine lidarxistin.