Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê çendîn cihên ser bi rejîma Îranê li “Tertûs û Hema” yên li Sûriyê bombebaran kir

16:17 - 14 Îlon 2023

Ertêşa Îsraîlê şeva derbasbûyî çendîn binkeyên hêzên ser bi rejîma Îranê li bajarê Tertûs li qiraxa deryaya naverast û drerdora bajarê “Hema”yê mûşekbaran kirin û balafirxaneya leşkerî ya “Şeîrat” jî hatiye mûşekbarankirin.
Ragihandinên fermî yên rejîma “Beşar Esed” li raporekê de belav kirine ku li êrîşa esmaniya Îsraîlê bo ser bajarê Tertûsê li tenişta deryaya naverastê, 2 serbazên Sûriyê hatine kuştin û 6 kes jî birîndar bûne.
Herwisa Ertêşa Îsraîlê bi belavkirina raporekê daye zanîn, ku çendîn cih li derdora bajarê Hemayê jî bûne armanca mûşekên wan.
Herwisa çavkaniyeke egehdar a opozîsiyona rejîma Sûriyê gotiye, ku balafirxaneya leşkerî ya “Şeîrat” li başûrê rojavayê parêzgeha “Hums”ê bûye armanca êrîşa esmanî ya Îsraîlê. 
Nûçegihaniya Roytêrzê di vê derheqê de daye zanîn, ku êrîşa li bajarê Tertûsê, li nêzî binkeya hêzên deryayî yên Rûsiyê hatine kirin û ew deverek e ku gemiyên Rûsiyê li wir dimînin.
Îsraîlê li derheq armanca êrîşên xwe yên li ser bajarên Sûriyê gotiye ku armanca wan êrîşan rêgirêkirin ji amadebûna hêzên leşkerî yên rejîma Îranê li Sûriyê ye.