Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwekujiya ciwan û nûciwanan li bajarê Tehranê gelek zêde bûye

10:33 - 1 Çirriya pêşîn 2023

Rojnameya “Ê`itimad” a ser bi rejîmê belav kiriye ku xwekujiya ciwan û nûciwanan li bajarê Tehranê de gelek zêde bûye û îdia kiriye ku sedema wan xwekujiyan hejarî ye.
Pêka rapora Rojnameya “Ê`itimad” a ser bi rejîma Îranê, xwekujî li avahiyên “Meskenê Mêhr” li başûrê rojava ya bajarê Tehranê gelek zêde bûye û ew xwekujiye zêdetir ji aliyê ciwan û nûciwanên temen 13 heta 19 salî ve têne kirin û li bînayeke 16 qatî ve bi qîrinekê xwe dawêjin xwarê û dawî bi jiyana xwe tînin.
Rojnameya “Ê`timad” îdia dike ku ew xwekujiyane bi sedema hejariyê ne lê di rastiyê de, rewşa ewlehiya bajaran, serkuta hovaneya xelkê, binçavkirin û destdirêjiya hêzên rejîmê ser azadî û jiyana xelkê, desdirîêjiya zayendî, îşkencekirin û bêrêziya tevaw bi xelkê, nebûna hivî bo paşerojê, îflasa siyasî û aboriya rejîmê, guherîna nirxên civakî, gendeliya sîstematîk, hejarî û bi 10an sedemên din, jiyana mirovan bi taybet nûciwan û ciwanan xistiye metirsî û tengaviyan û li warê hundirî ve bandoreke metirsîdar û nerênî xistiye ser ciwanan.
Zêdetirin amara xwekujiyê jibilî Tehranê, li parêzgehên “Îlam, Kohgîlûye û Boyêrehmed, Kirmaşan û Hemedan” de ye.