Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li çend bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de malnişînkiriyan kombûna nerizayetiyê lidar xistin

10:52 - 2 Çirriya pêşîn 2023

Malnişînkiriyan li bajarên Kirmaşan, Îsfehan û Ehwazê de li ber deriyê îdareya sindûqa Malnişînkiriyan li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza pêregihîştin bi daxwaziypên xwe kirin.

Li bajarê Kirmaşanê de, malnişînkirina bi hilgirtina pêlakardan û dana dirûşman li ber deriyê îdareya sindûqa Malnişînkiriyan kombûna nerizayetiyê lidar xistin û daxwaza pêregihîştina berpirsan bi daxwaziyên xwe kirin û nerizayetiya xwe li hember sozên çewt ên rejîmê dane xuya.

Herwisa li bajarên Îsfehan û Ehwazê de ji malnişînkirina li ber deriyê îdareya sindûqa Malnişînkiriyan li wan bajaran de kombûna nerizayetiyê lidar xistin û bi hilgirtina plakardan û dana dirûşman daxwaza pêregihîştina berpirsan bi daxwaziyên xwe kirin û dirûşmên wek, “Malnişînkirî yekîtî yekîtî, jiyana serwetir ji hêla hejariyê mafê me ye, bi tenê li ser şeqaman em dikarin mafê xwe bistînin” li ser plakardên xwe nîvîsandibûn.