Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bajarê Tehranê bûye cihekî mezin bo xazokan

20:51 - 17 Çirriya pêşîn 2023

Bajarê Tehranê bûye meydaneke mezin bo xazok anku parsekçiyan û her rojê çete û taqimên xazok zêdetir dibin.
Rojnameya “Cewan” a ser bi rejîmê bi belavkirina  araporekê daye zanîn ku bajarê Tehranê niha bûye meydaneke mezin a xazokiyê û dîmenên ku têne dîtin rewşa jiyana xelkê Hindistanê li serdema fîlmên reş û sipî tînin bîra mirov, cihê pirsyarê ye ku bo em gihîştine vê qonaxê û bo ev rewşe bo me asayî bûye.
Bi hizra piraniya karnasan, kirîza aborî, givaşa dorpêçan ên bi sedema siyasetên çewt û kawilker ên rejîmê li navxwe û derve yên rejîmê ye ku li piraniya bajarên Îranê û bi taybet li bajarê Tehranê de bûye sedema berfirehtirbûna hejarî û xazokiyê. 
Herwisa gendeliya sîstematîk a aboriya rejîmê ku yek ji binyatên vê rejîmê ye, bi awayê sîstematîk hejarî û xazokî li Îranê de zêde dike û roj bi roj xelkê hejar û qata nêvincî hejartir dibin û beşek ji dewlemendan jî gelek dewlemndtir dibin û roj bi roj ew cudatiye zêdetir dibe.
Wê rojnamyê sedema zêdebûna xazokiyê bi koçberbûna xelkê bo bajarên mezin û hatina koçberên biyanî daye zanîn û ti basek ji hederdana bi 10an milyard Dolar ji dahata xelkê Îranê bo armancên şerxwazaneyê rejîmê jî nekiriye.