Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rafael Grossi: “Nabe ew şaşiya ku li hember bernameya navkiya Koreya Bakûr hate kirin digel Îranê dubare bibe”

20:53 - 17 Çirriya pêşîn 2023

Serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ragihaniye: Ev şaşiya ku li hember bernameya navkiya Koreya Bakûr hate kirin û karî çeka navkî berhem bîne, li hember bernameya navkiya Îranê de dubare bibe.
Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters”ê roja Dûşemî 24ê Rezbera 1402 a Rojî, Serokê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî “Rafael Grossi” gotiye: “Nabe cîhan vê şaşiya ku li hember Koreya Bakûr de kir, li hember rejîma Îranê dubare bike û îznê bide rejîma Îranê ku bi derxistina lêkolerên navnetewî ji navendên navkî, destek vekirî bo berhemanîna çeka navkî hebe”.
Hêjayê gotinê ye ku li sala 2009 a Zayînî de, Koreya Bakûr lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî ji Koreya Bakûr derxistin û ji vê demê ve destpêregihîştin bi bernameya Koreya Bakûr qut bûye û niha pêşkevtinên navkî yên wî welatî bi tenê ji dûr ve û bi rêya wêneyên mahwareyan têne çavdêrîkirin.
Pêka rapora “Reuters”ê “Rafael Grossi” li roja Dûşemî 24ê Rezbera 1402 a Rojî bi rêya şandina girtevîdyoyekê bo konferansa salaneya “Kontrolkirina cebilxaneyan” a wezareta Derve ya Amerîkayê gotiye: “Ajans çav û guh û herwisa amadebûna civaka navnetewî li Îranê ye” û herwisa navbirî gotiye ku gelek nigeranê pêşkevtina bernameya navkî ya rejîma Îranê ye”.
Herwisa navbirî gotiye: “Em divê hemû hewlên xwe bo rêgirîkirin ji destpêregihîştina Îranê bo çeka navkî bidin û hewce ye em lêkolînê bikin ku çawa em bikarin rêgiriyê ji welatekî bikin ku şiyana berhemanîna çeka navkî heye û rêgirîiyê bikin ku ew nebe şikestek bo civaka navnetewî”.