Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Elî xamineyî piştevanî ji kuştina xelkê medenî yê Îsraîlê ji aliyê hemasê kir

20:54 - 17 Çirriya pêşîn 2023

Rêberê rejîma Îranê bêşermane piştevanî ji kuştina xelkê medeî yên Îsraîlê ji aliyê Hemasê ve kir û gef li Îsraîlê xwar.
Roja Sêşemî 25ê Rezbera 1402 a rojî, rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” li derheq kuştina xelkê medenî yên Îsraîlê ji aliyê hêzên Hemasê ve bê şermane û bi rûkî reş got: “Xelkê bajarokên yehûdînişîn kesên medenî nînin û bi tevahî çekdar in û hekî kesên medî bin jî, ma çi qas ji wan hatine kuştin”.
“Elî Xamineyî” di demekê wan gotinan dibêje ku ji destpêka êrîşa Hemasê bo ser Îsraîlê, zêdetir ji hezar û 400 kes li Îsraîlê de hatine kuştin ku zêdetir ji hezar kes ji wan kesên medenî ne.
“Elî Xamineyî” êrîşên Îsraîlê bo ser Xezê bi “cinayet” binav kir! û gefxwar ku: “Li hegera berdewamiya êrîşên ser Hemasê, kes nikare rêgirî ji misilmanan û hêzên “muqawimet”ê bike û Amerîka tawanbar e ku siyaseta heftiya derbasbûyî bo Îsraîlê darêtiye û berpirsê êrîşên vê dawiyê bo ser Xezê ye”.
Gefxwarina eşkerey “Elî Xamineyî” li derheq vebûpna eniyeke din a şer digel Îsraîlê li halekê de ye ku kesên yekem ên çendîn welatan ên wek Feranse Alman, Birîtaniya û bi taybet Îsraîlê hoşdarî dane rejîma Îranê û hemasê ku nabe şer berfirehtir bibe û Binyamîn Netanyaho jî bi tekezî gotiye ku me bo vê yekê neceribînin ku hûn dê rastî xisarên gelek mezin bibin.