Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Salek heps bi ser parêzerê dosya şehîd “Jîna Emînî” de hate sepandin

20:56 - 17 Çirriya pêşîn 2023

Bi tohmeta “Propagende li dijî Nizam”ê hikmê salek girtinê bi ser “Salih Nîkbext”  parêzerê dosya şehîd “Jîna Emînî”, de hate sepandin.
Roja Sêşemî 25ê Rezbera 1402 a Rojî, ji aliyê taya 28 a dadgeha Şoreş a rejîma Îranê li bajarê Tehranê de salek girtin bi tohmeta “Propagende li dijî nizam”ê û “qedexeya çalakî li ser torên civakî” bi bê berçavgirtina berevaniyên wî û parêzerê wî bi ser “Salih Nîkbext” de hate sepandin.
Roja Dûşemî 10ê Rezberê, duyemîn kombûna dadgehîkirina “Salih Nîkbext” parêzerê dosyeya şehîd “Jîna Emînî”, bi tohmeta “çalakiya teblîxî bi dijî nizam”ê bi rêya hevpeyvîn digel mîdyayên navxweyî û derve, li taya 28 a dadgeha Şoreş a rejîmê li bajarê Tehranê de bi rê ve ço.
Herwisa yekemîn kombûna dadgehîkirina navbirî li 7ê Xermana a 1402 a Rojî hate lidarxistin û tohmeta bi serde sepandî, bo hate rohnkirin.
Hêjayê gotinê ye ku li 20ê Reşemeya 1401 a Rojî de, “Salih Nîkbext” bo taya 2 a lêpirsîna dadgusteriya giştî û Şoreşa rejîmê li bajarê Tehranê de hate gazîkirin û tohmeta bi serde sepandî hate rohnkirin û piştre bi danîna barimteyê, heta dema dadgehîkirinê bi awayê demkî hatibû azadkirin.